ŞÊNIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO BI XWEPÊŞANDANEKÊ ŞEHÎDÊN PÊNGAVA GURZÊ GELAN BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê qamişlo bi xwepêşandanekê şehîdên QSD ê û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên li hemberî çeteyên DAIŞê li zindana sînaa ya li Hesekê şehîdbûn, bibîranîn.

Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan hatin berizkirin û dirûşmên Şehîd Namirin û Berxwedan Jiyane hatin qêrîn.

xwepêşandan bi amadebûna bi dehan kes ji çarxereya Sonî destpêkir û li çarxereya şehîd Rûbar Qamişlo veghurî mîtingê.

Di mîtingê li ser navê saziya malbatê şehîdan a Qamişlo Cewher Cewahir axivî û teqez kir ku 121 şehîd bi fedekarî û qehremaniya xwe planên çeteyên DAIŞ ê têk birin.

Share This Article