Kongra Star bi armanca piştgirîkirina jinan, bi hêzkirina wan di her warî de, afirandina derfetên kar û şikandina qaliban, Klûba Star a teybet bi Jinan li bajarê Qamişlo vekir.
klûb ji alavên werzîşê, kîlo û alavên pispor pêk tê û perwerde ji hêla xebatkarên jin ên pispor ve tê dayîn da ku tenduristiya jinan were parastin.
Bi dehan jin rojan e di demjimêrên ku ji wan re hatiye veqetandin tên Klûpê û perwerdeya bi hêzkirina laş dibînin.
Jinên beşdar tekez dikin ku ev perwerde sûdeke baş li wan dike û bang li jinan dikin ku beşdarî Klûpê bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongra Star her tim hewl dide bi avakirina projeyên ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan dike, derfetên kar bafirîne.
