Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bipirsin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gel û şervanên herêmê didomîne, dewleta tirk bi awayekî aşkera yasayên mirovî û navneteweyî bin pê dike.
Rêveberiyê diyar kir ku, dewleta tirk li hember berxwedana gel têk çûye, ji lewra li dijî gel komkujiyan pêk tîne.
Her wiha bang li civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûc û komkujiyên pêk anîne lêpirsîn bikin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê di dawiyê destnîşan kir ku, bi diyalogê ew dikarin dawî li dagirkeriya Tirk bikin.
