KARWANÊ DUYEM Ê KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ GIHÊŞT WARÊ XWE

Rojava Tv
1 Min Read

Karwanê duyem ê Koçberan Serêkaniyê ku vê sibehê ji kampa Serêkaniyê ber bi gudewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ve bi rê ketibû, bi ewle gihêşt cihê xwe.

Karwanê duyem ê Koçberên Serêkaniyê ku li kampa Serêkaniyê (Tela’i) diman, Îro ber bi 55 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ve bi rê ket.

Karwan ji nêzî 7 hezar kes, ku li ser 700 malbatan dabeş dibin pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku karwanê yekem ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat, di 10`ê Tebaxê de vegeriya bajar û gundewarên Serêkaniyê.

Share This Article