ŞÊNIYÊN QAMIŞLOYÊ: EM Ê HETA DAWIYÊ MAFÊ XWE YÊ ZIMAN BIPARÊZIN

Rojava Tv
1 Min Read

Gel û xwendekarên Qamişloyê ji bo zimanê kurdî meşiyan û gotin ku ew ê heta dawiyê li hemberî biryarên sînordarkirinê derkevin.

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê bi beşdariya xwendekar, mamoste û gel ji bo şermezarkirina biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ji bo zimanê kurdî, meşek li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta Qada Şehîdan a li naverasta bajêr berdewam kir û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman ve hate kirin.

Cewahir diyar kir ku Hebûna me di ziman û çanda me de ye. Di jiyana me ya bi kurdî de ye. Em ê heta dawiyê li ku bê xwestin, li hember van biryaran derkevin.

Meş bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article