ji bo şîrovekirina geşedanên dawî ku li herêmê rû didin, meclisa giştî ya taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên helebê civînek ji gel re li dar xist.
civîn bi beşdariya bi dehan xelkên her du taxan hate lidarxistin û têde rewşa, siyasî û meydanî hate nirxandin.
her di civînê de hate gotin piştî ketina rêjîma beisê rewşa sûriyê hatiye guhertin û divê tevahî pêkhateyên herêmê yek bin.
her wiha hate gotin ku di pêvajoya nû de, ragihandina çeteyan şerê taybet dimeşîne û divê her kes ji vê yekê hişyar be.
beşdaran jî tekezî bi hevgirtina civakî ya herêmê kirin.
MECLÎSA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BI GEL RE CIVIYA
