JINÊN EFRÎNÊ DAXWAZA HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ve tê birêxistinkirin.

Ev kampanî li seranserî cîhan û Kurdistanê bûye rojev û piştgiriyên gerim jê re tên kirin.

Têkildarî mijarê, Jinên ji Efrînê yên ku niha li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimînin, piştgiriya xwe ji Kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim”dan xuyakirin û û daxwaza dîtina rêber Apo anîn ziman.

Her wiha jinên Efrînê diyar kirin ku ew ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşînê bikin û azadiya wî misoger bikin.

Ji destpêka ku Kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” dest pê kiriye bi hezaran kesayetên li seranerî cîhanê tevlî kampaniyê bûne û daxwaza azadiya rêber Apo dikin.

Bawermendên kampanyayê tekez dikin ku azadiya rêber Apo, gava yekem a pêkanîna aştiyê ye.

Share This Article