Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo şehîd Mihemed Zahir El Hisên bi nasnav “Reşo Amûdê” ku di berxwedana Minbicê de şehîd bibû, merasîmeke xiyabî li dar xist.
Merasîm li pêşiya mala şehîd Reşo Amûdê hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.
axêveran berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li Minbicê, pira Qereqozaq û bendava tişrîn silav kirin û sersaxî ji malbat şehîd re xwestin.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîd Reşo Amûdê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
LI AMÛDÊ JI BO ŞEHÎD MIHEMED EL HISÊN MERASÎMEKE XIYABÎ LI DAR KET
