LI KOBANÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ 6 ŞEHÎD HATIN OXIRKIRIN Û YEK JÎ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî û biheybet 6 şehîd YPG’ê li goristana Şehîd Dicle oxir kirin û şehîdek Hêzên Komandos jî bi bîr anî.Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kirin ku ew ê bi saya şehîdan bi ser bikevin.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 6 şehîdên YPG’ê bi tiliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin oxirkirin.

Share This Article