Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya kobanê de diyar kir ku, doz û çarenûsa jinan yek e, dengê ku li qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyê ye.
Her wiha Îlham Ehmed got, jinên ku niha li çeperên şer li ber xwe didin, ji bo tevahî jinên Sûriyê şer dikin.
