KOMEK JI RÊXISTINÊN JINAN ÊN LI QAMIŞLO SÛCÊN DEWLETA TIRK NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komek ji Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê sûcên dagirkeriya tirk yên derheqê jinan de komxebatek li bajarê Qamişlo lidarxistin.

Komxebat bi beşdariya Parêzer, aktîvîst û endamên rêxistinên jinan li xwaringeha Burc hat organîzekirin.

Di komxebatê de peymana Pekînê û erkên welatan, êrîş û binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên pevçûnan, destwerdanên dagirkeriya Tirk ên ji sala 2018’an ve û bandorên wê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin.

Her wiha Rola rêxistinên civaka sivîl di hemleyên zexta li ser dagirkeriyê, girîngiya belgekirinê û Rola Ragihandinê di aşkerekirina binpêkirinan de hatin nirxandin û nîqaşkirin.

beşdaran tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera saziyên jinan de kirin.

Komxebat bi hejmarek ji encamnameyên têkildarî piştgiriya navneteweyî ya ji jinan re bi dawî bû.

Share This Article