RESMIYA EL-IRSAN BI HUNERA XWE LI HEMBER ZEHMETIYÊN JIYANÊ BI SER KET

Rojava Tv
1 Min Read

Resmiya El-irsan şêwekareke Sûrî ye, ku bi rengên xwe ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikare li hember dijwariyan têbikoşe

Resmiya ya xwedî heft zarokan, ji jinan re nameya xwe dişîne: “Meraqa xwe pêk bînin û ji jiyanê netirsin”

Hunera şêwekariyê wekî parçeyekî bingehîn a şaristaniya mirovî tê hesibandin, ji ber ku ew rolekê di pêşxistina afirînerî û ramana derbirînê de dilîze.

li ba Resmiya Al-irsan ya ji kantona Tebqayê, huner ne tenê karek e, di heman demê de derbirînek e der barê êşên jiyanê yên ku piştî mirina hevjînê xwe dîtiye.

Kamereya Rojava TV serdana Navenda Çandê ya Tebqayê kir û bi Resmiya re hevpeyvînek kir.

Resmiya bi dilekî tijî keser behsa vegera xwe ya hunerî ya piştî bi salan kir.

Rismiya El Irsan diyar kir ku navenda çandê ya Tebqayê roleke mezin di teşwîqkirina beşdarbûna wê di pêşangehan û pêşxistina jêhatiya wê ya xêzkirinê de lîst. Weke Resmiya, gelek jin hene ku bi êşên jiyana di bin zordestiya DAIŞ’ê de rû bi rû mane

Lê îro, tava azadiyê ronahiya xwe li ser bajarên rizgarkirî avêtiye û jin di piraniya qadên jiyanê de bûne xwedî girîngiyeke mezin e.

Share This Article