HUNERMEND Û REWŞENBÎRÊN KANTONA FIRATÊ BANGA YEKRÊZIYA KURDÎ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Firatê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew ji ber bûyer û geşedanên li herêmê, hemû xebatên hunerî û çandî radiwestînin.
Her du yekîtiyan di destpêka daxuyaniya xwe de gotin ku ji ber rewşa aloz ya ku herêm tê re derbas dibe û rewşa awarte ya ku hatiye ragihandin, ew hemû şahî û şevbuhêrkên ku hatibûn plankirin taloq dikin.
Her weha herdu yekîtiyan dan zanîn ku ev qonax pêwîstî bi axaftin û yekrêziya Kurdî heye, da ku ev derfeta dîrokî ji dest neçe.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî jî hat kirin ku rola xwe di rawestandina êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilîzin û zextê li dewleta Tirk bikin ku ji zimanê gefxwarinê dûr bikeve.
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Firatê sala nû li hemû gel û pêkhateyên Sûriyê pîroz kirin.

Share This Article