ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI QÎRKIRINA RÊYÊN NAVA BAJÊR KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Reqayê ji bo başkirina rewşa rêyên çûnûhatinê yên li nava bajêr, dest bi qîrkirina rêyên sereke kiriye.

Li gorî şaredariya Reqayê biryar bû sala derbasbûyî ew rê bihatana qîrkirin, lê ji ber hinek pirsgirêkan taloqî îsal bûne.

Her wiha şaredariya Gel a Reqayê ji bilî qîrkirina rêyan, torên avrêjiyê jî çaksaz dike.

Endamê nivîsgeha Teknîkî ya şaredarîya Gel a Reqayê Ednan El- Kalit diyar dike ku ji bo îsal jî gelek projeyên wan ên cuda hene û ew dê bi qasî 24 hezar metro çargoşe rêyên bajêr û gundewaran qîr bikin.

Share This Article