AKADEMIYA JÎNGEHÊ LI SER BANDORÊN MADEYÊN PAQIJKIRINÊ SEMÎNEREK DA

Rojava Tv
1 Min Read

Akademiya Jîngehê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, îro li bajarê Qamişlo semînerek li ser bandorên madeyên pajijkirinê pêşkêş kir.

Semîner li baxçeyê xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi beşdariya rewşenbîr, mamoste û endezyaran hate lidarxistin.

Endezyara kîmyayê Nêrmîn Îbrahîm semîner pêşkêş kir.

Di semînerê de bandorên tevlihevkirina madeyên paqijiyê yên li ser mirovan û jîngehê hate nîqaşkirin.

Her wiha rê û rêbazên xweparastin û çawaniya rêlibergirtina bandorên wê jî bûne mijara nîqaşê.

Share This Article