NAMEYA RÊBER APO YA JI BO JINEOLOJIYÊ RASTÎ PÊŞWAZIYÊN GERM TÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên got, nameya Rêber APO cihê rêzgirtinê ye û hêzeke mezin daye xebatên wan.

Her wiha da zanîn ku, ew ê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina civaka demokratîk bixebitin.

Rêber Apo roja 30’ê Gulanê ji Girtîgeha Îmraliyê nameyek ji Akademiya Jineolojiyê re şand û got, projeya min ya derbarê jinê de ku nîvçe mabû, êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye.

Nameya Rêber APO rastî pêşwaziyeke germ hat.

Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên got, nameya Rêber APO cihê rêzgirtinê ye û hêzeke mezin daye xebatên wan.

Her wiha Zehrîban Hisên da zanîn ku, ew ê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina civaka demokratîk bixebitin.

Rêber APO di dawiya nameya xwe de weha dibêje: Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jinên Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê.

Share This Article