WELATIYÊN QAMIŞLO PIŞTGIRÎ DAN BANGA RÊBER APO Û ÇEKŞEWITANDINA PKK’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê bangên dîrokî yên rêber Abdullah Ocalan û çekşewitandina Partiya Karkernê kurdistanê PKK’ê de axivîn.

Welatiyan diyar kirin ku banga rêber Apo û çekşewitandina PKK’ê ji cîhanê re nîşan didin ku daxwaza wan her tim Aştî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de bi rêya şandeya DEM partiyê bangeke nivîskî şand û di 9’ê vê tîrmehê de bangeke rêbertî a bi deng û dîmen jî hate weşandin.

Banga rêbertî û çekşewitandina PKK’ê rastî pêşwazî û piştgiriyên xurt yên kurdistanî û cîhanî hat.

Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê bangên dîrokî yên rêber Apo û çekşewitandina PKK’ê de axivîn û diyar kirin ku, banga rêber Apo û pêngava gerîlayan ji cîhanê re nîşan didin ku daxwaza wan her tim Aştî ye.

Welatiyên Qamişlo kêfxweşiya xwe ya bi dîtina dîmenê rêbertî jî anîn ziman û bi tekezî piştgirî dan banga rêbertî û pêngava PKK’ê.

Piştî bangên dîrokî yên rêber Apo komeke ji gerîlayên azadiyê yên bi navê koma Aştî û civaka demokratîk ku ji 30 Gerîlayan pêk dihat, li silêmaniya başûrê kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe îmha kirin.

Share This Article