Bi nêzhatina cejna Remezanê re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ji bo parastina ewlehî û aramiyê, tedbîrên sereke girtine.
Rêveberên Hêzên Ewlekariyê amaje bi wê yekê kirin ku ew ji bo xizmeta welatiyan û parastina wan, 24 saetan di nava kar de ne.
Hemwextî hatina cejna Remezanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe ên ji bo parastina ewlehî û aramiyê li sûk û kolanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.
Di nav tedbîrên sereke de, ji bilî dewriyeyên hevbeş ên ji bo rêgirtina li pêşiya tevliheviyan, hin kolanan tên girtin û rê li pêşiya derbasbûna erebeyan girtin.
Kamereya Rojava TV hevpeyvînek li gel Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê Ebdulhekîm El-Zahêr pêk anî û amadekariyên wan a parastina aramiya gel û herêmê wergirt.
Ji aliyê xwe ve Rêvebera Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê Hezîma Emanî Osman jî tekez kir ku, hêzên wan 24 saetan di nav kar de ne.
Li gel karê hêzên ewlekariyê, endamên Trafîkê jî bi karê xwe radibin, rojane li kolanan e û bi karê rêxistinkirina çûnûhatinê radibin.
Her weha Hêza Hewarî û yên jin jî 24 saetan di nava kar dane û ji şev heya sibehê bi dewriyên xwe li nav kolanan digerin û ewlehiyê diparêzin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di her cejn û boneyekê de, da ku rê li ber gilî û gazincan bigire her wiha atmosfereke cejnê ya bi ewele serwer bike, hejmara hêzên xwe yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.
