Berpirs û rayedarên Rêveberiya Xweser dibêjin Tirkiyê bi hedefgirtina navendên xizmetguzariyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Her wiha dibêjin tevî êrîşên Tirkiyê yên berdewam, lê ew di xebatên xwe yên xizmetkirina gel de berdewam in.
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsên Rêveberiya Xweser ji Rojava TV re nirxandin kirin.
Hevserokê desteya karûbarên civakî Farûq El- Maşî dibêje tevî êrîşan, lê ew di xebatên xwe yên xizmetguzariyê de berdewam in.
Cîgira hevserokatiya Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Newroz Elî jî dibêje Tirkiyê bi hedefgiritna navendên xizmetguzariyê dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike.
Beriya niha Amerîka, Fransa û çend welatên din nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê dabûn û gotibûn ku êrîşên Tirkiyê aramiya herêmê û destkeftiyên ku li dijî DAIŞ’ê hatin bidestxistin, têk dibe.
