HETA NIHA MATERYALÊN KÊM LI DIBISTANAN NEHATINE BELAVKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di sala xwendinê ya 2025-2026`an de, çapkirina ji ber şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe, dereng dest pê kir û di dema xwe ya guncaw de ew pirtûk nehatin belavkirin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Ednan Berî derbarê Mijarê de da xuyakirin ku ji ber têkçûyîna rêjîma Baas li sûriyê û girtina dibistanên rêjîmê hijmara xwendekarên ku li dibistanên Rêveberiya xweser dixwînin zêde bû, ji ber wê astengî di belavkirina pirtûkan de derket.

Ednan Berî destnîşan kir ku pirsgirêka ku ew pê re rû bi rû dimînin hijmara xwendekarên di polên hin dibidstanan de ne ji ber ku sîstema Rêveberiya xweser sîstemeke nirxandinê ye.

Di sala xwendinê ya 2025-2026`an de, çapkirina Pirtûk û materyalên nû ji ber şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe, dereng dest pê kir û di dema xwe ya guncaw de ew pirtûk nehatin belavkirin.

Heta niha Desteya Perwerde û Fêrkirinê pirtûkên dibistanan li 2 çapxaneyan çap dikirin. Lê îsal ji bo sala xwendinê ya 2025-2026`an ji ber pêdiviya zêde ya pirtûkan, wan li 8 çapxaneyên li herêmê ji Tîrmeha 2025’an de dest bi çapê kir.

Ji ber vê yekê li hinek dibistanan, pirtûkên hin refan nehatine belavkirin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Ednan Berî derbarê Mijarê de da xuyakirin ku ji ber têkçûyîna rêjîma Baas li sûriyê û girtina dibistanên rêjîmê hijmara xwendekarên ku li dibistanên Rêveberiya xweser dixwînin zêde bû, ji ber wê astengî di belavkirina pirtûkan de derket.

Ednan Berî destnîşan kir ku pirsgirêka ku ew pê re rû bi rû dimînin hijmara xwendekarên di polên hin dibidstanan de ne ji ber ku sîstema Rêveberiya xweser sîstemeke nirxandinê ye.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya xweser a Herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê dane, hefteya borî bi temamî pêvajoya çapkirina pirtûkan bi dawî bûye û ji wê rojê ve pirtûk li kantonan tê belavkirin.

Share This Article