Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê berxwedana Rêber APO silav kirin û tekez kirin ku ew bi dilekî germ li benda peyamên Rêbertî ne.
Her wiha gotin, Projeya Rêber Apo dîwarên Îmraliyê rûxand û bûye projeyeke cîhanî.
Piştî ku şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê du caran li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî, çavê her kesî li peyama dîrokî ya Rêber APO ye.
Peyama ku di nava xwe de çareserkirina pirsgirêkan dihewîne, ji bo gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî giring e, lewre ew bi hûrbînî li benda aşkerekirina pêngava dîrokî ne.
Derbarê miajrê de, şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê gotin, Projeya Rêber Apo dîwarên Îmraliyê rûxand û bûye projeyeke cîhanî.
Her wiha şêniyên taxa Şêxmeqsûd berxwedana Rêber APO silav kirin û tekez kirin ku ew bi dilekî germ li benda peyamên Rêbertî ne.
Li gorî şandeya dem partîyê ya Îmraliyê biryar e Rêber Abdullah Ocelan heta dawiya vê mehê yan jî hefteya destpêkê ji meha Adarê peyama xwe ya dîrokî bide.
