Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kobanê bi şevbuhêrkekê Mala Dengbêjiyê vekir.
Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî şevbuhêrkê bûn.
Di şevbuhêrkê de axaftin li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Firatê hat kirin û hate gotin ku, Herêm di aliyê dengbêjî, çandî, dîrokî û şûnwarên dîrokî de xwedî mîrateyekî pir dewlemend e.
şevbuhêrkê bi stranên gelêrî û gerandina govendê bi dawî bû.
