HEDEFGIRTINA NOBETDARÊN TIŞRÎNÊ BI DAXUYANIYÊN CUDA HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Partî, yekîtî û meclisên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmê de daxuyanî dan û hedefgirtina karwanên sivîlan şermezar kirin. Partî, yekîtî û meclisên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmê de daxuyanî nan û hedefgirtina karwanên sivîlan şermezar kirin.

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ya Kantona Firatê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û got çawa ku hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê erkê xwe yê exlaqî li bendava tişrînê pêk anîn divê em jî wek gel bi erkê xwe rabin.Her wiha Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û anî ziman ku hedefgirtina sivîlan li gorî madeya (8) a peymana Romayê sûcekî şer e.

Yekîtiya Parêzeran got, Divê Dozgerê Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî jî derbarê sûcên dewleta Tirk de dest bi lêpirsînê bike, Ji ber ku binpêkirinên dewleta Tirk ji qanûnan neteweyî re gefeke li dijî aştî û ewlekariya navneteweyî ye.

Meclîsa tenduristiyê ya taxên şêx meqsûd û eşrefiyê jî bi daxuyaniyekê êrîşên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kirin û got dagirkeriy tirk bi êrîşên xwe yên li ser sivîlan, erebeyên ambulans û tîmên tendirûstiyê sûcên şer pêk tîne û divê li ser van sûcan jî di demeke nêz de bê cezakirin.

 

Share This Article