ŞÊNIYÊN QAMIŞLO BI GIRSEYEKE MEZIN CENAZEYÊ ŞEHÎD ROJAVA SPARTIN AXÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şehîd “Rojava” ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bibû, spartin axê.
Merasîm li goristana şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat li darxistin.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan,hêzên leşkerî û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin û tê de behsa lehengî û qehremaniya şehîdan a di parastina axa welat de hat kirin.
her wiha hat gotin, heta henaseya dawî ew ê xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û axa xwe biparêzin.
Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Share This Article