LI HELEBÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BÊRÎTAN SEMÎNEREK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya bajarê Helebê bi boneya salvegera 32’an a şehadeta fermandar Bêrîtan semînerek li darxist.
Semîner bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre Rêveberiya Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Kilara Kobanê behsa berxwedaniya şehîd bêrîtan û çalakiya wê ya li hember xeta xiyanetê kir.
Di semînerê de hat gotin ku, Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe riya azadiyê li ber jinan vekir.
Semîner bi siloganên şehîd namirin, jin jiyan azadî bi dawî bû.

Share This Article