Meclisa Jinan a Sûriyê ji destpêka damezirandina wê ve û heta niha hewl dide jinan di hemû qadên jiyanê de bi cih dike û desteka pêwîst a hizrî û manewî dide wan.
ji girîngtirîn xetanên meclisê dayîna piştgiriyê ji bo jinan ji bo guhertina civakê.
Jinan di ronesansa civakên kevnar û nûjen de roleke sereke lîstin û bi vê rolê jiyana xwe ya ji bo pêkanîna guhertinên erênî di wan civakan de nîşan dan.
Hebûna Jin a berçav di warên curbicur ên jiyanê de, israra wê ya li ser seknandina li kêleka zilam û piştgirîkirina wî, nîşana wê yekê ye ku ew hêmaneke bingehîn di pêkanîna pêvajoya guherîna civakê de ye.
Meclisa Jinan a Sûriyê hewl dide jinan di hemû qadên jiyanê de bi cih bike desteka pêwîst a hizrî û manewî dide wan.
Yek Ji Rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyê ya Minbicê Meryem Heyanî destnîşan kir ku jin xwedî îrade û hêza xwe ne ku bi perwerdeyê xwe diguherînin û civakê jî bi xwe re diguherînin.
Berpirsa ofîsa Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê Neqşiye Xelîl tekez kir ku ji bo derbaskirina qonaxên jiyanê pêwîstiya jinan bi piştgirî, hişyarî û perwerdeyê heye.
Ji dema avakirina Meclîsa Jinan a Sûriyê ve ji girîgtirîn xebatên ku meclîsê kiriye, karîna jin di destwerdana aloziya Sûriyê û daxwaza mafê jinan di destûra Sûriyê ya nû de bû.
