Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya ku ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran ve tê lidarxistin, di roja xwe ya 3’emîn de didome.
Di roja 2’yemîn a festîvalê de beşdar li nav keleha Caber, wekî cihekî dîrokî û şaristanî yê kevnar li herêmê tê naskirin, gerîn.
Êvarê jî belgefîlmek li ser romannivîsê ji Reqayê Îbrahîm El Xelîl hat pêşandan û helbest û kurteçîrok ji aliyê beşdaran ve hatin xwendin.
Di dawiya çalakiyê de stran ji aliyê koma Navenda Çandê ya kantona Reqayê ve hatin pêşkêşkirin.
