Gundê Um Hoş yê girêdayî bajarê Şehbayê, yek ji wan gundan e ku bi awayekî rojane rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê.
Kamereya Rojava Tv serdana gund kir ku bi tenê 500 metreyan ji sengerên şer dûr e.
Welatiyên gund dibêjin, ji ber êrîşan ew nikarin zeviyên xwe biçînin, lê tekez dikin ku heta dawiyê ew ê li malên xwe bimînin.
Ev gundê Um Hoş yê girêdayî bajarê Şehbayê ye ku tenê 500 metreyan ji sengerên şer dûr e û bi awayekî rojane rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê.
Gundê Um Hoş gundekî tijî sivîl e û ligel şêniyên resen hejmarek koçberên Efrînî jî lê dijîn.
Kamereya Rojava TV serdana gundê ku ev 7 sal in bi berdewamî rastî topbarana dagirkeriyê tê, kir û rewşa welatiyan ji nêzîk ve şopand.
Welatiyeke gund dibêje, ji ber topbaranê ew nema dikarin xizmeta zeviyên xwe bikin û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Welatiyekî din jî diyar dike ku heta dawiyê ew ê li ser malên xwe bînin û banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê dike.
Piştî dagirkirina Efrînê di adara sala 2018’an de û koçberbûna xelkê wê ji bo Şehbayê, dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî herêmê dike û sivîlan şehîd dixe.
Herçend e hêzên Rûsyayê û Hikûmeta Şamê li herêmê weke garantor in, lê li hember êrîşan bêdeng in. Peyama gel jî berxwedan û têkoşîn e.
