Navenda Yekpar di Roja Zarokan a Cîhanê de dest bi rêzeçalakiyên Festîvala Melodiyên Payizê ya 3’emîn kir.
Xelkê bajarê Qamişlo, nûnerên ji Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Endamên TEV-ÇAND, zarok û malbatên xwe beşdarî festîvalê bûn.
Festîval çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî digire nava xwe û dê heta 23`ê Mijdarê berdewam dike.
Festîvalê bi axaftinan dest pê kir û di nava axaftinan de hate gotin, şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşketinên mezin bi xwe re anîn.
Piştre Koma Yekpar a Zarokan li ser dika navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê gurzek ji stranên flokolara Kurdî pêşkêşkirin.
Her wiha şano jî hatin pêşandan û pêşangeha şêwekariya zarokan bi 65 tabloyan hate vekirin.
FESTÎVALA MELODIYÊN PAYIZÊ YA 3’EMÎN LI BAJARÊ QAMIŞLO DEST PÊ KIR
