CIWANÊN HERÊMÊ JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ TEVLÎ HÊZÊN XWEPARASTINÊ DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina deskeftiyên Şoreşê bi coş tevlî hêzên xweparastinê dibin.

leşkerên Erka Xweparastinê tekez dikin ku ew di ber parastina axa xwe de berpirsyar in.

Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina deskeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û nirxên şehîdan ji êrîşên derve û hûndir bi rihê tolhildanê tevlî refên Hêzên Erka Xweparastinê dibin.

Kamîreya Rojava TV derbasî Akademiya Ş.Botan a li Kantona Cizîrê bû ku niha ciwanên herêmê tê de bo dema 45 rojan perwedeyên siyasî, îdeolojî û leşkerî dibînin, da ku hişmendiya parastinê li gel wan were avakirin.

Li ser mijarê leşkerên Erka Xweparastinê tekez kirin ku ew di ber parastina axa xwe de berpirsyar in. Elî El-Elî got: Ew ê gel û welatê xwe biparêzin.

Her wiha Dara Silêman jî anî ziman ku ew ê bi xurtkirina têkoşîna xwe herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Rêveberiya Xweser di navbera salên 2015 û 2016’an de pergala erka xweparastinê aktîv kir. Ji wê demê ve bi hezaran ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê erka xwe pêk tînin. Her wiha bi berdewamî bi sedan ciwanên herêmê bi rihekî berpirsyarane tevlî perwerdeyan dibin.

Share This Article