ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ LI LALEŞA NÛRANÎ HECA XWE PÊK ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Êzidiyên Efrîna dagirkirî ku li Laleşa Nûranî hec pêk anîn, vegeriyan Şehbayê û bi coş hatin pêşwazîkirin.
Dayîkên Êzidî hêvî kirin ku aştî serwer bibe û ew careke din li Efrînê vegerin.

Êzidiyên Efrîna dagirkirî yên ku çûbûn li Laleşa Nûranî Heca xwe pêk anîn, vegeriyan Şehbayê û bi rêûresmekê hatin pêşwazîkirin.

Kurdên Êzidî salane 6’ê cotmehê ji bo pêkanîna Hecê diçin Laleşa Nûranî û 12’ê heman mehê jî vedigerin.

Dayîkên Efrînî yên ku ji Laleşa Nûranî vegeriyan, weha behsa çûna xwe ya ji bo Laleşê û giringiya Hecê kirin.

Her wiha dayîkên Efrînî ji tevahî Êzdiyan daxwaz dikin ku ji bo pêkanîna armancên xwe, serdna Laleşê bikin.

Bi gotina dayîkên Efrînî wan li Laleşa Nûranî ji Yezdanê dilovan hêvî kirin ku aramî peyda bibe û careke din ew li warê xwe vegerin û di nava hêminiyê de bijîn.

Share This Article