DESTEYA TENDURISTIYÊ BEŞA NEŞTERGERIYA DIL LI KOBANÊ XIST MERYETÊ

Rojava Tv
2 Min Read

Piştî rawestandina zêdertirî salekê, desteya Tenduristîyê ya Kantona Firatê beşê Qestera li nexweşxaneya bajarê Kobanê xiste meryetê.

Bijîşkên di vî beşî dixebitin dibêjin, armanca vekirina beş ew e ku Xelkên deverê zehmetiyan nebînin..

her wiha rêvebera beş jî da zanîn ku ew neştergeriyên dil bi nirxekî sembolîk çêdikin..

Piştî rawestandina zêdertirî salekê, desteya Tenduristîyê ya Kantona Firatê beşê Qestera li nexweşxaneya bajarê Kobanê xiste meryetê.

Duh beşê nû deriyê ‎xwe ji Nexweşên Dil yên li bajarê Kobanê û gundewarê re vekir û yekemîn neştergeriya dil a serkeftî ji welatiyeke bajarê kobanê re çêkir.

Di nava beşê Qestera de gelek ‎kadroyên Tendirustî yên pispor hene û di nava 24 seatan de xizmeta gelên herêmê dikin.

Bijîşkên di vî beşî dixebitin dibêjin, armanca vekirina beş ew e ku Xelkên deverê zehmetiyan nebînin û ji bo neştergeriya dil derbasî ‎tu bajarên din nebin.

Rêvebera beşa Qestereya Dil hemşîre Zerga Teyfûr jî da zanîn, ew neştergeriyên bi nirxekî sembolîk çêdikin û armnaca wan alîkariya welatiyan e.

Desteya Tendrustîyê ya koantona Firatê Di sala 2020’yan de Beşa Qestereya Dil li bajarê Kobanê vekiribû, beriya salekê ji ber nebûna alavên taybet ew beş hatibû rawestandin, lê duh dîsa dergehê xwe li pêşiya nexweşan vekir. ‎

Share This Article