ENCUMENA JINÊN SÛRIYÊ KUŞTIN Û REVANDINA JINÊN EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Jinên Sûriyê, îro bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên kuştin û revandina jinan li Efrînê şermezar kir.

MIX

Encumen dibêje, dewleta Tirk herêmên dagirkirî veguherandine qadên kuştin, revandin û êşkencekirina jinan.

Her wiha diyar dike ku duh, jineke 40 salî li Efrîna dagirkirî ji aliyên çeteyên Tirkiyê ve hatiye kuştin û wê bûyerê bi tundî şermezar dike.

Di beşekî din de Encumena Jinên Sûriyê aşkere dike ku, dewleta Tirk bi van kiryarên hovane yasayên mafên mirovan û parastina jinan bi temamî bin pê dike.

Encumen di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên parastina jinan û civaka navdewletî dike ku destwerdanên lezgîn bikin û êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Share This Article