Xelkên bajarê Kobanê derbarê pîrozkirina Nêçîrvan Barzanî ji sedsaliya komara Tirk re ji Rojava Tv re diyar kirin ku dîroka PDK tijî xiyanet e.
Her wiha xelkên Kobanê anîn ziman ku PDK daxwazên dewleta Tirk bi cih tîne.
Komara Tirkiyê ku li ser tunekirin û qirkirina vîna gelên azadîxwaz hatiye avakirin, sed salên xwe derbas kir.
Tevî ku komara Tirkiyê bi sedan komkujî li dijî gelan pêk aniye di salvegera wê de Nêçîrvan Barzanî beşdarî şahiya wê bû.
Li ser mijarê xelkên bajarê Kobanê diyar kirin ku ev ne cara yekê ye mala Barzanî xiyanetê dikin, di demên berê de gelek caran bûye hevkarê dijiminê kurdan.
Her wiha xelkên Kobanê anîn ziman ku PDK daxwazên Tirkiyê bi cih tîne.
Ji bo ku Kurd nebin xwedî statû, ji serhildana Koçgirî bigre heta bi serhildana Agirî, Şêx Seîd û Seyîd Riza dewleta Tirk her dem Kurd komkuj kirine, lê Kurdan ti carî çok netewandine û berdewamî dane rêya azadiyê.
