MECLÎSA ABORÎ YA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê hovîtiya dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên li ser herêmê şermezar kir.

Daxuyaniya Meclisa Aborî bi amadebûna hejmarek ji endamên Meclîsa Aborî, li pêşiya avahiya saziyên aborî ya li taxa Şêxmeqsûda Xerbî hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrîşên ku di encamê de hejmarek şehîd û birîndar çêbûne û gelek jêderên jiyanêbi temamî wêran bûne şermezar kir.

Meclisa Aborî bang li hêzên garantor kir ku hovîtiya Tirkiyê rawestînin û tekez kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser binesaziyê, dê herêmê bixe nav tengasiyeke aborî ya mezin.

Share This Article