Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê kêmkirina rêjeya qezencên embarên dermanan biryarek da û rêjeya qezencê ji %28 daxist %10.
Beriya niha, rejîma Sûriyê ya rûxandî li ser her metre kupek dermanê ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibû, heta 450 Dolarên Emerîkî weke badce ferz dikir.
Li gorî vê yekê, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi yekîtî û kesên têkildarî mijarê re civînek li dar xist û ev mijar nîqaş kir.
Piştî lêkolîn û şopandina embar û dermanxaneyan, Desteya Tenduristiyê biryarek da û tê de rêjeya qezencê ji %28 daxist %10.
DESTEYA TENDURISTIYÊ RÊJEYA QEZENCIYA EMBARÊN DERMANAN JI % 28 DAXIST 10%
