Derbarê kirîza avê ya li bajarê Hesekê de xelkên bajêr axivîn û diyar kirin ku ji ber qutkirina avê ew gelek zehmetiyan dibînin.
her wiha dibêjin ku Ava sehrîcan ne paqij e û nayê vexwarin .
Di çarçoveya kirîza avê ya li bajarê Hesekê de ku di encama qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve çêbûye û hemwextî germahiya zêde, xelkên Hesekê zehmetiyan dibînin.
Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve û heta niha av ji ser zêdetirî mîlyonek û nîv mirovî tê qutkirin.
Derbarê mijarê de xelkên bajarê Hesekê diyar kirin ku Ava sehrîcan ne paqij e û nayê vexwarin .
Xelkên Hesekê gotin ku ji ber qutkirina berdewam ya ava stasyona Elok, azarên wan zêdetir dibin.
Tirkiyê Avê wek çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tine .
Bi qutkirina avê re, nêzîka milyon û nîv Xelkên kantona Hesekê, navçeya Til Temir û her du kampên Serêkanî û Waşûkanî bê av dimînin.
