MALBENDA HELEB A REWŞENBÎRÎ PANELEK DERBARÊ GEŞEDANÊN DAWÎ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê û kurdistanê, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî panelek li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûda Şerqî li dar xist.
Panle bi beşdariya bi dehan endamên Malbenda Heleb a Rewşenbîrî, rêveberên saziyên taxa Şêxmeqsûd, endamên PYD’ê û Tevgera Civaka Demoqratîk, li dar ket.
Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rêveberê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî “Ehmed Bîrhat” bixêrhatina beşdaran kir.
Di roja yekem ya panelê de, peyama ku rêber APO ji bo PKK’ê şandiye,hate xwendin û beşdaran li ser wê nirxandin kirin.
Li gor bernameya Malbenda Heleb a Rewşenbîrî, panel wê sibe bi dawî bibe.

Share This Article