ŞÊNIYÊN HESEKÊ JI BO ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ MEŞEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya taxa Nasira dest pê kir û li Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê veguhrîn mîtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtin Ji aliyê Desteyê daxuyaniyek hat xwendin.

Desteyê di daxuyaniya xwe de got, ji bo ku zimanê kurdî wek destkeftiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin.

Meş bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article