CIWANÊN ŞEHBAYÊ JI BO TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN ÇALAKIYA KONVEDANÊ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tevgera ciwanên şorşeger li kantona Şehbayê îro çalakiyeke konvedanê li dar xistin.

Welatiyên herêmê, endamên tevgera ciwanan û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û tê de hate gotin ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Ocalan de, tecrîdê li dijî tevahî gelên rojhilata navîn dimeşîne.

Her wiha di çalakiyê de dirûşmeyên em ê tolhildanê bilind bikin û azadiya Rêber Ocalan misoger bikin, hatin berzkirin.

Beşdarên çalakiyê jî tekez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê li ber xwe bidin.

Share This Article