Li paytexta Nerwêcê Osloyê bi amadebûna bi dehan Kurdistanî ji çar parçeyên Kurdistanê, merasîmek ji bo bibîranîna endamê Desteya Heverokatiyê ya (PYD), şehîd Salih Muslim hate lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de, hevseroka PYD Perwîn Yûsif bi navê partiyê bi rêya dîmen peyamek şand û ji Kurdistaniyan re, li ser tekoşîna dirêj a şehîd Salih Muslim axivî. Piştre sînevizyonek der barê dîroka tekoşîna şehîd Salih Muslim de hate pêşandan.
Di merasîmê de nameya rêber APO a ku ji ber şehadeta Bavê Welat rêkiribû hate xwendin, her weha kesên beşdar jî bi navê partiyan li ser ked û tekoşîna Salih Muslim axivîn.
Di dawiyê de birayê şehîd Salih Muslim “Emîn Muslim” xwarina fitarê ji bo kesên hazir pêşkêş kir.
