Jinên Efrîn û Şehbayê yên ku li Kantona Cizîrê dimînin bi daxuyaniyekê beşdarbûna kujerê Şehîd Hevrîn Xelef “Hatim Ebû Şeqra” û çete “Ebû Emşa” di kongreya li Şamê de şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de jinan gotin, ji dema dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, wan sûc û kiryarên dij mirovî li dijî jinan pêk tînin.
Jinên Efrîn û Şehba diyar kirin ku, jin li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de rastî kuştin,girtin û destdirêjiyê tên. ji sûcên herî mezin ku çeteyan li Efrînê pêk anîn şehîdxistina şervana YPJ Barîn Kobanê bû.
Jinan gotin, Tevî ku Wezareta gencîneyê ya Emerîkayê siza li ser çete “Hatim Ebû Şeqra” danîye lê ew û çete “Ebû Emşa” li pêş çavên cîhanê beşdarî kongreyê bûn.
Jinên Efrîn û Şehbayê di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku kujerê Şehîd Hevrîn Xelef “Hatim Ebû Şeqra” û çete “Ebû Emşa” di dadgehên navnetrwî de darizînin û vegera bi ewle ji koçberan re peyda bikin.
JINÊN EFRÎN Û ŞEHBA: DIVÊ KUJERÊN JINÊN SÛRIYÊ WERIN DARIZANDIN
