Xwendekarên Kobanê ji hefteya derbasbûyî ve dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn kirine.
Berdevkê dibistana Şehîd Hogir Metîn, Zûhêr Xelîl got, proseya pêşkêşkirina ezmûnan li gorî plana ku jê re hatiye danîn, bi rê ve diçe.
Li bajarê Kobanê xwendekaran dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxe yekemîn kirine.
Ev der jî dibistana şehîd Hogir Metîn ya qonaxa amadehî ye, kamereya Rojava TV serdana dibistanê kir û ji nêzîk ve rewşa ezmûnan şopand.
Berdevkê dibistanê, mamoste Zûhêr Xelîl got, proseya pêşkêşkirina ezmûnan li gorî plana ku jê re hatiye danîn, bi rê ve diçe.
Xwendekar jî dibêjin ew bi pêşkêşkirina ezmûnan kêfxweş in û piştrast dikin ku ew ê zansita xwe bixin xizmeta civakê.
Li gorî pergala desteya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, nirxandina xwendekaran li ser lêkolîn, reftar, beşdariya di fêrgehê de û ezmûna nivîskî têne kirin û paşê hemû bend dikevin ser hev du û encama dawiyê derdikeve ku ew jî asta serketina xwendekaran diyar dike.
