Yekîtiya Suryan îro bi boneya cejna Ekîto, sersala Babilî û Aşûrî li gundê Gir Şîran yê girêdayî bajarê Tirbesbeyê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de cejina Ekîto hat pîrozkirin û behsa pirrengî û demokrasiya li herêmê hat kirin.
Herêma bakur û rojhilatê sûriyê bûye mînaka demokratîk, pirrengî û hemêzgeha netewan.
Hemû netewên herêmê bi hev re û bi rengekî demokrat rêû resmên xwe yên olî lidardixin û cejnên xwe bi hev re pîroz dikin.
Yekîtiya Suryaniyan bi boneya cejiona Ekîto a sersala Babilî û Aşûriyan li gundê Gir Şîran yê girêdayî bajarê Tarbesbeyê şahiyek li dar xist.
Şahî bi beşdaria endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şêx û rûsipiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Di şahiyê de cejina Ekîto hat pîrozkirin û behsa pirrengî û demokrasiya li herêmê hat kirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer diyar kir ku bi saya Rêveberiya Xweser her netewek bi reng û rêûresmêb xwe bi cejinên xwe radibin.
Her wiha endama Meclîsa Gelan a Kantona Cizîrê Hediya Elî jî destnîşan kir ku cejinên wan reseniya civaka herêmê dide xuyakirin.
Cejna Ekîto (1’ê Nîsanê) ji kevntirîn cejnên mirovahiyê ye. Dîroka wê vedigere şaristaniyên kevn ên Mezopotamyayê yên Sumerî, Babilî û Aşûrî. Ekîto bi nûjeniya xwezayê, berhemdarî û destpêka sala nû ve girêdayî ye.
