ASAYÎŞ: DEWLETA TIRK AVAHIYEKE WELATIYAN LI BAJARÊ QAMIŞLO BOMBEBARAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê êrîşa îro ya ku dagirkeriya Tirkiyê li dijî avahiyeke sivîlan a li bajarê Qamişlo pêk aniye, Hêzên Ewlekariya Hindirîn daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn di daxuyaniyê de got: Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk avahiyeke şêniyan li navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û 2 xezanên mazotê ku welatiyan bo germkirinê bikar dianîn rûxiyan.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn got: Ji her kesî re zelal e ku dewleta Tirk a dagirker nema cudahiyê dixe navbera êrîşên xwe û bi rengekî bêserûber bombebaran dike.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku helwestekê li hemberî reftarên dijmirovî ku armanca wan têkbirina aramî û ewleheriya herêma ye, nîşan bidin.

Share This Article