HESEN KOÇER: DIXWAZIN BI RÊYA VAN ÊRÎŞAN GELÊ KURD QIR BIKIN Û RÊVEBERIYA XWESER JI HOLÊ RAKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê, bi amadebûna bi dehan welatiyên ku bersiva banga seferberiyê dane, daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Di daxuyaniyê de, Cîgirê Hevseroketiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hesen Koçer, destnîşan kir ku êrîşên ku ji 6’ê Çile ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin, armanc jê qirkirina gelê Kurd, çanda wî û jiholêrakirina Rêveberiya Xweser e.

Share This Article