Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li Navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner li Qamişloyê li dar xist.
Beşdarên di civînê de diyar kirin ku armanca herî sereke ji civînê, peydakirina ewlehiyeke saxlem ji şêniyan re ye.
Di bin dirûşmeya “Aştî peyman û berpirsiyariyek e, ku em pê pêşerojê diparêzin û ava dikin” Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li Qamişlo li dar xist.
Di civînê de hemû rêveberiyên Desteya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Nûnerên Meclîsa cibcîkar beşdar bûn.
ji aliyê Meclîsa Cibcîkar a cizîrê ve rewşa siyasî û geşedanên di demên dawiyê de li sûriyê bi giştî rû didin, şîrove kir.
Derbarê kar û xebatên desteya Hundirîn de jî rapora salane û sinifizyon hatin xwendin û pêşkêşkirin.
Beşdaran diyar kirin ku armanca civînê ji bo peydakirina ewlehiyeke saxlem ji şêniyan re ye.
Her wiha beşdaran gotin ku ku di vê salê de gelek destkeftî hatine bi dest xistin.
Di dawiya civînê de jî pêşniyar û planên ku armanc dikin aramiya herêmê zêdetir bikin, mekanîzmayên hevrêziyê di navbera dezgehên ewlehiyê de pêş bixin ji bo sala 2026’an de anîn ziman.
