SÎROZÊ KEZEBÊ: RÊWÎTIYA NEXWEŞ JI PAŞGUHKIRINÊ BER BI XETERIYÊ

Rojava Tv
2 Min Read

Sîroza kezebê **تشمع الكبد yek ji wan nexweşiyan e ku dermankirina wê li Sûriyê zehmet e. Ev yek jî nexweşan di her kêliyê de, bi xetereya mirinê re rûbirû dihêle.

Şeyban Ehmed ê ji bajarê Qamişlo yek ji wan kesan e ku li hemberî vê nexweşiyê têdikoşe. Şeyban tenê hêviyek wî heye, ew jî ku nexweşiya xwe derbas bike û bi saxlemî li nav zarokên xwe jiyan bike.

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, zilamê 40 salî Şeyban Ehmed qonaxeke zehmet ji jiyanê derbas dike. Heta demeke nêzîk stûna malbata xwe bû, niha li hemberî nexweşiya Sîroza Kezebê rastî şerekî zehmet û bêdeng tê.

Şeyban ji kenala me re li ser nexweşiya xwe axivî û da xuyakirin ku ji bo neştergeriya nexweşîya xwe, divê derbasî Hindê bibe û li wir çêbike.

Ev zilamê ku di çil saliya xwe de bû, qet xeyal nedikir ku encamên tehlîlên bijîşkî rûtîna wî ya rojane têk bibin. Sîroza kezebê ne tenê tenduristiya wî jê stand, her wiha lezeke nû û bi êş li hûrgiliyên roja wî ferz kir, westandineke ku hêdî hêdî li seranserê laşê wî belav dibe û gelek pirsên bê bersiv derbarê paşerojê de ava dike.

Li pişt deriyên girtî, Şeyban bi tenê têkoşînê nake, malbata wî bi hêzê û sebirê û hêviyê piştgiriya wî dike, Lê belê, lêçûnên dermankirin û çavdêriya bijîşkî ya berdewam, dibin barekî giran li ser milê malbatekê ku di şert û mercên jiyanê de, bi zehmetî debara xwe dike.

Şeyban tiştekî giran naxwaze, tenê destekî dixweze ku alîkariya wî bike. Pirseke bi êş jî li holê dimîne, gelo berî ku êş û azarên wî kûrtir bibin, dê Şeyban rastî dilên bi dilovanî û destên alîkar were an na?

Share This Article