Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD LI QAMIŞLO ROJNAMEVANÊN SERKEFTÎ XELAT KIR

Bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî Yekîtiya Ragihandina Azad bi şahiyekê xelatên ked û wêrekiyê yên şehîd Mazlûm Bagok li rojnamevanên serkeftî belav kir.

Şahî bi beşdariya rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokê daîreya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo hat lidarxistin.

Di şahiyê de axaftin li ser navên yekîtiya ragihandina azad û Rêveberiya Xweser hate kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ev destkeftî bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin û bang li rojnamevanan hate kirin ku bi hemû hêza xwe bo ragihandina rastiyê têbikoşin.

Piştre xelatên kedê yên şehîd Mazlûm li 7 rojnamevanên serkeftî ku di nava wan de pêşkêşvanê bernameya Ax û Welat ya Televizyona me Şerîf Mihemed jî hebû, hatin belavkirin.

Piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlan gerandin.