Kanala ROJAVA TV

NAVENDA ŞAHMERAN YA ŞEHBAYÊ DERMANÊN XWEZAYÎ BERHEV DIKE

Navenda Şahmeran ya Tiba Xwezayî li Şehbayê bi dehan cureyên kulîlk û dermanên bi sûd di nava xwe de dihewîne.

Rojane bi dehan jinên Efrîn û Şehbayê serdana navendê dikin û pêdawistiyên xwe yên tenduristî cî bi cî dikin.

Endameke navendê dibêje, armanca wan ya sereke vejandina çanda parastina giyayên xwezayî, dûrketina ji dermanên kîmyewî û xurtkirina bedena jinan e.

Ev dîmenên çîçek û kulîlkên reng bi reng in yên ku ji bo çareserkirina nexweşiyan tên bikaranîn. Navenda Şahmeran ya Şehbayê van çîçekan berhev dike.

Navenda Şehmeran ya nojdariya xwezayî di destpêka sala 2024’an de ji aliyê komîteya tenduristîyê ya Kongra Star ve hate avakirin.

Armanca navendê ya sereke vejandina çanda parastina giyayên xwezayî, dûrketina ji dermanên kîmyewî û xurtkirina bedena jinan e.

Xebatkarên Navendê di demsala buharê de bi hûrbînî di nava xwezayê de geştê dikin û gîyayan berhev dikin. Her wiha navend gelek beşên cur be cur di nava xwe de dihewîne.

Dîroka nojdarî yan jî tiba xwezayî beriya niha bi sedsalên salan ji aliyê jinan ve hatiye vedîtin û destpêkirin. Herçend e di serdema pêşketina teknolojiyayê de bikaranîna wê kêmtir bûye, lê li Rojavayê Kurdistanê bi destê jinên kedkar ji nû ve tê vejandin û bi pêş xistin.